15 Temmuz

Rûbar

Belgefîlma Rûbar (Nehir) belgefîlmeke çandî ye û çanda li Rojhilatê Anadoluyê û ya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê dide nasandin ku xwediyê serpêhatiyeke 1200 salî ye. Li herêmê lêkolînên ku di warê dîrok, ol, erdnîgarî, edebiyat, muzîk, turîzm, çand û kevneşopiyê de hatine kirin û agahiyên hatine bidestxistin bi temaşevanan re tên parvekirin. Di beşa ewil a Rûbar (Nehir) de mêvanê bernameyê Elfesya Taş e. Elfesya Hozanê gel e û li Ercişa Vanê hatiye dinyayê û çavên wî nabînin. Elfesya dê him behsa serpêhatiya xwe bike him jî dê klam û stranên herî xweş û bijarte bêje.

Wexta Wesanê: în 19.45